DAXUYANIYÊN JI TIRKIYEYÊ 'ÞER' NÎÞAN DIDIN
Tarih : 2012.04.06  15:30:50
Serokkomarê tirk Abdullah Gul bi awayekî sergirtî Îran tehdît kir.

Serokkomarê tirk Abdullah Gul bi awayekî sergirtî Îran tehdît kir.

Gul li Akademiyên Þer ên artêþa tirk le ser  bihara gelan ya li Rojhilata Navîn, aloziyên Sûrî û dosyaya nukler ya Îranê axivî.

Gul îdîa kir ku hin hêz dixwazin bûyerên li welatên cîran veguherînin, þerekî sar yê nû.

Serokkomarê tirk bal kiþand ser dosyaya nuklerî ya Îranê û got, îhtimal heye, nakokiyên di çarçoveya xebatên nuklerî yên Îranê de veguherînin þer.

Gul diyar kir ku ji ber îthimalên þer û aloziyên li herêmê, aktîvîzma dîplamatîk û amadekariya eskerî, pêwistiyeke.

Daxuyaniyeke bi heman rengî ji Serokwezîrê Tirk Recep tayîp Erdogan jî hat.

Ji Erdogan civîna li ser hilberîna nuklerî ya Îran û welatên aleqedar hate pirsîn.

Ji ber ku Erdogan dixwest ev civîn li Tirkiyeyêpêk were û rayedarên Îranê Tirkiye nexwestine, wî got rayedarên Îranê li gorî zimanê dîplomasiyê napeyîvin.

Rayedarên Îranê bêtir Bexdayê ji bo vê civînê dixwazin ku xwediyên desteka hukumeta Þîî ya Iraqê ne.

Armanca civînê ewê guftugokirina hilberîna çekên nuklerî ya Îranê be.

Weke aliyê li hemberî Îranê jî nûnerên þeþ welatan hene ku vana pênc endamên daîmî yên konseya ewlekariya Neteweyên Yekbûyî û Almanya ye.

Ev nûçe 167 car hate xwendin.
Polîtîka
FREKANS
Nûçeyên Herî Dawî
Çalakiyên bîranînê yên Þehîdên meha Gulanê berdewam dikin.
MEYADERA Amedê bi vê armancê li tesîsên Demîrok mewlûd da.

Nûçeyên herî dawî li ser sîteya xwe zêdeke

Isim Soyisim
testettesttest
ÖRÜMCEK AGI - ÖZEL PROGRAM
Copyright © NUÇE TV 2011. All rights reserved
WebProDesign